Em Kîne?
Tevgera Ekolojî ya Ewropayê–Kurdistanê
Tev-Eko
Kapîtalîzma modern, xweza û jiyana xwezayî têk dibe û dewlemendiya xwezayê winda dibe. Di salên dawî de pergala avhewayê ew qas guherîye ku niha li Ewropayê em vê krîzê bi kûrahî hîs dikin. Ev rewş hevsengiya jiyanê bi awayekî girîng têk dibe.
Di bajarên mezin ên bi awayekî çewt ku her tim mezin dibin de, mirov bi navê “domdarî” (sustainability) têne komkirin; lê her roj zêdetir ji xwezayê dûr dikevin.
Di Kurdistanê de, ji aliyekî ve ji ber krîza avhewayê û polîtîkayên kapîtalîst, xweza û mirov bi têkçûnên mezin re rû bi rû dimînin; ji aliyê din ve jî, ji encama şerên dewletên dagirker ev erdnîgarî hêdî hêdî tê hilweşandin. Li Kurdistanê rewşeke “eko-kujî” heye.
Ekolojî ji demeke dirêj ve yek ji bingehên sereke yên Tevgera Azadiya Kurdistanê ye. Pergalek azad, karûbar û bandora xwe bi awayekî rast dimeşîne. Ev tenê bi jiyaneke hevpar pêk tê ku tê de hemî kes qedera xwe bixwe diyar dikin û jiyanê bi hev re birêxistin dikin. Bi vî awayî tenê dibe jiyaneke radîkal, antî-kapîtalîst, civakî û xwe-rêveber were avakirin.
Li Kurdistanê de karên ekolojîk berdewam in. Di sala 2024an de, bi hevkariya gelek ekolojîstên Kurd ên ku li Ewropayê dijîn û kesên ku bi wan re tevdigerin, Tevgera Ekolojî ya Ewropayê–Kurdistanê (TEV–EKO) hat damezrandin.
TEV–EKO li ser bingeha paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û jinazad hat organîze kirin û kar û têkoşîna xwe li ser vê perspektîfê dimeşîne. Di heman demê de di hemû karên xwe de ekolojîya civakî bingeh digire.
TEV–EKO dizane ku xerckirin û têkbirina xwezayê ji pêdiviyên bingehîn derbas dibe û bi pergala hiyerarşîk a ku bi zordariya jinan dest pê dike, têkildar e. Ji ber vê yekê têkoşîna azadiya jinan wek beşek ji têkoşîna xwe dibîne. Îro mirov ji ber zayend, etnîsîte û baweriyê rastî cudakariyê tê û di heman demê de di bin şert û mercên aboriyê de têne fetisandin. Li hember vê rewşê, avakirina civakeke azad û hevkar wek nêzîkatiyeke rast tê dîtin.
Em xwezayê wek bingehê jiyanê û wek mijarê sereke dibînin. Ji bo me, parastina mafên hemû zindî û bêzindîyan pir girîng û bingehîn e. Ji ber ku em jiyanê yekser û yek di pejirînin û xwe wek beşek ji xwezayê dibînin. Ji bo me, parastina xwezayê bi parastina jiyanê re heman tişt e.
Di bin van prensîban de, armanca Tevgera Ekolojî ya Kurdistanê, ewe ku hişmandiya ekolojîk di nav Kurdên ku li Ewropayê dijîn de bilind bibe. Em dixwazin vê hişmendiyê di hemû çalakiyan de xurt bikin.
Em wek beşek ji tevgera ekolojî ya Ewropayê li hember kapîtalîzma kedxwar û polîtîkayên endustriyalizmê bitêkoşîn û hewl bidin da ku civaka ekolojîk ava bibe.
Tevgera ekolojî her çiqas li welat û herêmên cuda xwe xurt organîze bike, ewqas jî şertên serkeftinê zêdetir dibe. Ji bo gihîştina van armancan, em hemû kesên ku dixwazin piştgiriyê bidin kar û xebatên me, dawetî nav refên xwe dikin.