Polîtîkayên Me

Hemû Polîtîkaya avê Tenduristiya Jîngehê Polîtîkaya Daristanê Bajarên Ekolojîk Çandiniya Xwezayî Enerjiyê ya Paqij Eko-Teknoloji Eko-Aboriyê

Polîtîkaya Avê

Bê av jiyan nabe. Ev rastiyeke bingehîn e. Av ji bo hemû zindiyan bingeha jiyanê ya hevpar e. Mirov, heywan û hemî xweza di bin şertê avê de bi hev re dijîn. Ji ber vê yekê gihîştina avê ne imtiyaz e, lê mafekê bingehîn ê jiyanê ye.

Di şertên îroyîn de, di bin pergala kapîtalîzma modern û avahiyên dewleta neteweyî de, av bi awayekî zêde hatiye ticarîkirin. Av ji mafê jiyanê hatiye derxistin û ketiye nav têkiliyên bazarê. Çavkaniyên giştî yên avê hatine veguhestin bin kontrola şîrketan. Rêveberiyên herêmî jî di bin zexta navendî de, bi qismî an jî bi bêçareyî, di vê pêvajoyê de cih digirin. Encam zelal e: beşên berfireh ên civakê an ji avê bêpar dimînin, an jî neçar dimînin ku ji bo gihîştinê pereyên zêde bidin.

Di şertên Kurdistanê de ev pêvajo hêj girantir e. Li bajaran xizmetên avê hatine ticarîkirin. Li gundewarî çem bi projeyên enerji (HES) û bendavan hatine girtin û bi awayekî fiilî hatine taybetîkirin. Ekosîstemên çeman perçiqandine û dewreya xwezayî hatiye têkbirin. Ava binerd jî di bin zexta çandiniya pîşesazî de kêm dibe û balansa ekolojîk bi awayekî girîng têk diçe.

Ev rewş ne tenê krîzeke ekolojîk e; ew di heman demê de krîzeke civakî, aborî û siyasî ya bingehîn e. Nehevsengiya gihîştina avê, nehevsengiya civakî kûrtir dike û di nav gel de cudahiyên nû diafirîne.

Av ne malê bazarê ye. Ew bingeha jiyana hevpar e. Ji ber vê yekê rêveberiya avê divê ji mekanîzmayên bazarê were derxistin û li ser bingeha iradeya civakî û pêdiviyên ekolojîk were nûavakirin.

TEV-EKO di vê çarçoveyê de pêşniyar dike ku polîtîkayên avê divê li ser asta herêmî, li ser bingeha havzeyan û bi perspektîfa ekolojîk-demokratîk werin avakirin.

PRÎNSÎPÊN POLÎTÎKAYA AVÊ

1- Rêveberiya avê divê li ser bingeha havzeyên avê were avakirin. Her havze divê wek yekîtiyeke ekolojîk were dîtin û bi modelên rêveberiya ekolojîk-demokratîk were birêvebirin.

2- Nêzîkatiya mirov-merkezî divê were terikandin. Hemû zindî û ekosîstem divê wek beşdarên bingehîn ên pêvajoyên biryargirtinê werin naskirin.

3- Li her bajarê divê “Encûmenên Avê” werin damezrandin. Ev avahî divê li ser beşdariya meclîsên gel, tevgerên civakî, sendîka û STKyan were avakirin û biryargirtinê civakî bike.

4- Di warê avdaniyê de divê kooperatîf pêşeng bin. Pergalên heyî yên avê divê werin demokratîzekirin û bi awayekî zelal û beşdarî werin rêvebirin.

5- Havza Dîcle û Firat ne tenê pergala çeman e, lê ekosîstema jiyanê ya hevpar e. Mafê dîrokî yê gelên vê herêmê li ser vê avê divê were naskirin û rêveberiya wê divê bi modelên piralî û demokratîk were avakirin.

6- Ji bo rêveberiya ekolojîk a avê, pîvandinên debiya çeman û kontrola ava binerd divê bi rêkûpêk ji aliyê rêveberiyên herêmî ve werin kirin û li ser bingeha daneyên zanistî werin birêvebirin.

7- Polîtîkayên avê divê li ser bingeha zanist û tecrûbeya civakî bi hev re werin avakirin; daneyên empîrîk divê roleke bingehîn di biryargirtinê de hebe.

8- Krîza îqlîmê krîza avê kûrtir dike. Ji ber vê yekê divê hemû rêveberiyên herêmî planên çalakiya îqlîmê bi navenda parastina avê amade bikin.

    Siyaseta Tenduristiya Jîngehê

    Di salên dawî de krîza enerji û xwarinê zêde bûye. Bajêrên mezin, çanda xerçkirinê ya modernîteya kapîtalîst, pêşveçûna pîşesaziyê û lezgîniya teknolojiyê, girîngiya pirsgirêka jîngeh û tenduristiyê zêdetir derdixe pêş. Teknolojî, li aliyekî, çareseriyên nû pêşkêş dike. Lê li aliyê din jî şert û mercên ne tendurist diafirîne.

    Ev têkçûn û zirar herî zêde li bajarên mezin tê dîtin. Lê gund jî di bin xetereyeke mezin de ne. Di çandiniyê de karanîna dermanên kîmyewî û pîşesazî xetereyên mezin diafirîne. Pîşesaziyên ku bermahiyên wan de metalên giran hene, di qirêjîkirina jîngehê de roleke sereke dileyzin. Ev sazî metalên mîna cıva, zinc, kobalt, mis, hesin, sere, krom, arsenîk û zîv ber bi jîngehê ve berdidin. Santrallên nukleer jî ji bo xwezayê xeterek giran in. Li dijî wan divê têkoşîneke radîkal hebe.

    Di vê sedsalê de qirêjiya jîngehê zêde bûye. Ava vexwarinê hatiye asta tunnebûnê. Ji ber vê yekê, parastina çavkaniyên avê pir girîng e. Divê av ji qirêjiyê were paqijkirin. Herikandina kanalîzasyonê ya bi ber bi çem û golan xeterek mezin e. Her wiha, bê bingehek zanistî, bikaranîna van avan ji bo avdanê jî xeterê zêde dike.

    Qirêjiya hewayê jî her roj zêde dibe. Ev rewş hem îro hem jî pêşerojê tehdîd dike. Enerjiya zêde, pîşesazî, zêdebûna ajokarî û bajarîbûn, hem li mirovan hem li zindiyan bandorên neyînî dikin. Bajarbûna kapîtalîst, kêmbûna daristanan û sotemeniyên fosîl, qirêjiya hewayê zêde dikin.

    Dermanên çandiniyê jî pirsgirêkên girîng diafirînin. Ev dermanên kîmyewî di xwarinê, axê, avê û hewayê de dimînin û zirarê didin tenduristiya mirovan.

    Li Kurdistanê şerê ku salan berdewam e, bûye sedema zirarên giran. Çek û madeyên leşkerî ax, av û daristan qirêj kirine. Ev bandor hîn jî berdewam e û hem tenduristiya mirovan hem jî ya hemî zindiyan hatiye xera kirin.

     

    “Siyaseta Tenduristiya Jîngehê” van pirsgirêkan hemûyan niqaş dike û ji bo çareseriyê planan çêdike û têkoşînê esas digire.

      Polîtîkaya Daristanê

      Daristan ne tenê koma daran e, lê ekosîstemek e. Li ser vê rastiyê, divê ekosîstemên daristanê li gorî taybetmendiyên herêmê bên avakirin. Daristan pergalek zindî ye ku hemû parçeyên wê bi hev re têkildar û bi hev re girêdayî ne. Avabûna daristanekê ne hêsan e.

      Tevgera Ekolojiyê ya Ewropa–Kurdistanê di hemû biryarên ku li ser daristanê tên girtin de vê nêrînê wekî bingeh qebûl dike. Hemû karên daristanê divê şertên aborî, civakî û çandî jî bên hesibandin û ev jî wek bingeh were girtin.

      Daristan, bi fonksiyonên xwe yên pirr—wek zêdekirina kapasîteya avê ji bo axê, piştgirîya gerîdeya karbonê û pirrengiya zindiyan, paqijkirina hewayê, rêkxistina baranê, parastina jiyana ajalan, astengkirina erozyonê û her weha wek cihê ger û aramiyê—ekosîstemek bêhempa ye û ev qîmeta wê bi bazarê nayê pîvan kirin.


      Armanca polîtîkaya me ev e ku li herêmên cuda parastin û pêşxistina ekosîstema daristanê bi rêya polîtîkayên daristanê û planên alternatîf pêş bixe. Li Kurdistanê, daristan û ekosîstema wê bi stratejiya hilweşandinê ya dewletê û di nav şerê 50 salî de gihiştiye asta windabûnê. Ji ber vê yekê, ne tenê daristan çêkirin, lê parastina ekosîstema daristanê jî girîng e.


      Polîtîkayên daristanê (milkiyet, qanûn, polîtîkayên dewletê û herêmî, nêzîkatiyên civakî) di çarçoveya nêrîna permakulturê de tên nirxandin:



      1- Daristan ne tenê komên daran e, lê ekosîstemek e. Veguhastina ekosîstemên daristanê ne mimkîn e. Ew pergalek zindî ye ku hemû parçeyên wê bi hev re têkildar in û şertên pirr ji bo avabûna wê hewce ne. Di hemû biryarên daristanê de ev nêrîn divê bingeh be.

      2- Projeyên ku bi navên wek “daristana hingiv”, “daristana cureyên ku pere tînin” an jî “daristandariya civakî” li daristanan an jî li dora wan tên kirin, dibe sedema têkçûna ekosîstema daristanê.

      3- Daristan divê wekî milkek giştî û xwezayî were dîtin. Ji ber vê yekê, di hemû karên daristanê de beşdariya gel û saziyên herêmî bingeh e.



      4- Ji bo astengkirina agahdariya şaş, rêveberiyên herêmî, rêxistinên civakî û meclîsên ekolojiyê divê perwerdehî, konferans û panelan saz bikin.


      5- Rêya herî bandor ji bo astengkirina têkçûna ekosîsteman, ew e ku cihên niştecîh bi awayekî werin plan kirin ku bi her awayî têra xwe bikin û hewcedariyên xwe ji herêma xwe pêk bînin.

      6- Di şertên şerê giran de, li welatê me ku gelek dever hatin valakirin û hilberîn kêm bûye, gundî hatine mecbûr kirin ku axên xwe bifiroşin ji bo şîrketên HES û madenê. Avakirina bingeheke aborî ya li ser esasa hevsengiya xwezayê dikare vê rewşê biguherîne.


      7- Di xebatên aborî yên cihên niştecîh de divê pergalên ku bi ekosîsteman re lihevhatî û bi berhem in bên pêşxistin. Di vê çarçoveyê de, modelên daristandariya çandiniyê û çêrgehê ku ji ekosîstema daristanê hîn dibin, û her weha nêzîkatiyên agro-daristanî û permakulturê divê nû ve bên nirxandin.


      8- Çandina darên ku ne li gorî şertên herêmê ne, dibe sedema qirêjiyê genetîk. Destûrdayîna vê yekê ji aliyê saziyên fermî û rêveberiyên herêmî em qebûl nakin.


      9- Li bajaran divê şitilxaneyên ku darên li gorî klîma û ekosîstema herêmê bên avakirin. Hilberîna tovan û nebatan divê li gundan bê kirin û ji bo vê yekê kooperatîf bên damezrandin. Di vê pêvajoyê de divê pêşengî ya jinan be.


      10- Plana daristanê ya dawî li Kurdistanê di sala 1973’an de hatiye çêkirin. Divê li asta herêmî lêkolîna tomarkirinê were kirin. Nasandina flora ya herêmê ji bo planên pêşerojê pir girîng e.


      11- Bi navê alîkariya turîzmê, qanûna madenê û “berjewendiya giştî”, daristan ji statûya parkên fermî tên derxistin. Bi navê “daristana xirab” têkçûn tê rewa kirin û ev dever tên vekirin ji bo avahîsaziyê. Divê li hemû çalakiyên li ser daristanan pêvajoyê civak bişopîne, biryar bide û kontrol bike.


      12- Di pêvajoya plan kirin, avakirin û guherandina cihên niştecîh de, pergala ku civak bi xwe têra xwe bike û hewcedariyên xwe di nav xwe de pêk bîne divê bibe stratejiya bingehîn.

        Polîtîkaya Bajarên Ekolojîk

        Kapîtalîzma modern modela bajarîbûnê ji heta serî guhertiye. Bajar di bin pergala ku her tiştî ticarî dike de ji wateya xwe ya jiyanê dûr ketine. Ev pergal hem xwezayê hem jî civakê di bin zextê de dihêle û têkiliyên civakî qels dike. Li şûna hevkarîyê, pêşbazî û qezenc dibe bingeha sereke ya jiyanê.

        Îro planên bajarî pir caran li ser otomobîlan hatine avakirin. Ev nêzîkatî karanîna sotemeniyên fosîl zêde dike. Li dor rêyên fireh, avahiyên bazarî û projeyên qezencê zêde dibin. AVM, otêl û pargîdan di pêvajoya bajarîbûnê de roleke serdest digirin. Encam ev e: cihên jiyanê di nav heman modelê de têne standardîzekirin û bajar hêdî hêdî nasnameya xwe winda dike.

        Modela bajarîbûna kapîtalîst gel ji gundan ber bi bajaran dikişîne û bajarên mezin ên ku li ser keda erzan ava dibin diafirîne. Bajar her ku diçin mezin dibin, lê di heman demê de zexta li ser çavkaniyên xwezayî zêde dibe û ekosîstem têk diçe.

        Pêvajoya bajarîbûnê rasterast bandorê li jiyana civakê dike. Dewletên neteweyî vê yekê wek amûrekê kontrolê bi kar tînin. Li Kurdistanê jî ev pêvajo bi navên wek “nûkirina bajarî” an “projeyên ewlehiyê” tê domandin. Armanca bingehîn kontrolkirina cih û jiyana civakê ye.

        Taxên ku berê cihê jiyana hevkar û civakî bûn, bi projeyên sermaye hatine veguherandin. Gel ji navenda jiyanê hatine dûrxistin û li derdorên bajar, di şertên qels de hatine komkirin. Ev jî têkiliyên civakî kûrtir dike.

        TEV-EKO li hember vê modela bajarîbûnê, parêzvaniya bajarê ekolojîk, demokratîk, komunal, jinazad û pirçandî dike. Armanca sereke avakirina hevsengiyek e di navbera bajar û gund de. Ev jî tê vê wateyê ku hilberîna herêmî, çandiniya bajarî û kooperatîf divê bingeha jiyanê bin. Bajar divê ne tenê cihê niştecîh be, lê jî cihê hilberîn û jiyana hevpar be.

        PRÎNSÎPÊN BAJARÊN EKOLOJÎK

        1. Bajar divê li şûna demokrasiyaya temsîlî bi meclîsên gel û pergalên beşdarî were birêvebirin.
        2. Planên veguhestinê ne li ser otomobîlan, lê li ser peyade, bisiklêt û veguhestina giştî divê werin avakirin.
        3. Cihên hevpar ên bajarî divê zêde bibin û berfireh bibin.
        4. Avakirina AVM’yan divê bê rawestîn; aboriya herêmî divê were xurtkirin.
        5. Mîrateya dîrokî û çandî divê were parastin û bi jiyana civakê re were girêdan.
        6. Cihên jiyanê divê ji nêrîna zayendî ya serdest were derxistin û wek jiyana hevpar were dîtin.
        7. Qadên çandiniyê, çem û herêmên ekolojîk divê ji planên bajarîbûnê derveyî bêne hiştin.
        8. Çandiniya bajarî divê were pêşxistin û piştgirî kirin.
        9. Di peyzajê de divê ekolojî bingeh be, ne ku tenê estetîk were esas girtin.
        10. Cihên şîn divê zêde bibin û ji aliyê zanistî ve werin piştgirî kirin.
        11. Cihên berhevkirina zibil divê ji cihên jiyanê dûr bin.
        12. Ji bo astengkirina rantê, kooperatîfên avahîyê divê werin piştgirî kirin.
        13. Pêdiviya xanî divê li gor hewcehiyê were plan kirin.
        14. Xanî divê wek mafê jiyanê were dîtin, ne wek çavkaniya qezencê.
        15. Di avahîkirinê de malzemeyên herêmî divê bê karanîn û malzemeyên xeternak divê bên terikandin.
        16. Sînorên bajar divê li gor şertên ekolojîk û jiyanê werin diyarkirin.

        Siyaseta Çandiniya Xwezayî

        Çandinî tê wateya afirandina nebatan û mezin kirina heywanan bi hev re. Ev du beş, yek ekosîstem in û ji hev cuda nîn in. Çandinî şêweyekî jiyanê ye. Çandinî ji têkiliya tov û axê dest pê dike. Paşê çawa hilberandin di nav civakê de tê parvekirin û têkiliyê wê bi mirovan re, hemû van astên çandiniyê ne. Çandinî û xwarin her tim bi tov dest pê dike. Kî ku tov kontrol bike, çandinî û xwarin jî ew kontrol dike. Li dijî tovên genên wan hatine guhertin   yên ku kapîtalîzma modern li ser civakê ferz dike em dibêjin tov, zindî ye û her tim diguhere.

        Tovên melez û genên wan hatine guhertin di laboratûaran de têne çêkirin. Şirket bi vî rêyê li ser axê, xwarinê û civakê desthilatdariyê diafirînin. Di vê pêvajoyê de, ji tovê heta xwarinê, kontrol ji destê cotkaran derdikeve û dikeve destê şirketan.

        Di serdema neolîtîk de, jinan di pêşveçûna çandiniyê de roleke mezin lîstiye. Tov berê û paşê bi destê jinan hatiye veguhestin. Hê jî jî beşeke mezin a çandiniyê ji aliyê jinan ve tê kirin. Lê jin di nav polîtikayen çandiniyê de xwedî maf nîn in. Divê jin di hemû biryarên li ser siyaseta çandiniyê de xwedî maf û gotin bin. 

        Li Bakurê Kurdistanê, dewletê bi bendavkirinê, bi şewitandina gundan û daristanan bi politikayên bêmirovkirinê û bi êrîşen li ser çavkaniyên aboriyê gund vala kir. Kurd, bi zorê hatin bajaran û civakekî xerckirinê hate afirandin. Ji salên 1990’an vir ve, çandiniya xwezayî û heyvandarî hêdî hêdî hat tasfiyekirin. Çiya û zozan hatin qedexekirin û erd hatin mayînkirin. Ji ber vê yekê, hilberîn ji destê cotkarên piçûk derket. Heyvandariyê jî ket destê “veberhênerên nû”. Dewletê bi saya şîrketên kapîtalî rê li ber çandiniya pişesaziyê vekir. Cotkarên piçûk nikarin pê re li gel van şîrketan pêşbazî bikin, têkçûn û piraniya wan bûn karmendên ked erzan ên van şîrketan. Piştî wê, modela yekreng a çandiniyê û heyvandariyê hat sepandin. Ev model li gor pêdiviyên bazarê tê birêvebirin, ne li gor pêdiviyên herêmî.

        Ji ber valakirin û şewitandina gundan, nêzîkî 2,4 mîlyon mirov ji cihê xwe hatin veguhestin, gelek ajal jî mirar bûn. Bi guherîna nifûsê re, şêweyê bikaranîna axê jî guherî. Li şûna çandiniya cihê, mono-kultur hat teşwîqkirin. Ev jî bi krediyên bankeyan û bi teminat û îpotekan ket bin destê hinek karmendan. 

        Çandinî divê li gor prensîbên xwezayî were plan kirin û ji bo vê mijara siyaseta çandiniyê ya ekolojîk divê were diyarkirin.

        Li ser van esasan;

        1. Li seranserê Kurdistanê divê nexşeya hişkîbûnê were çêkirin. Li gor şert û mercên ax, av û hewa, nexşeyên xetereyê yên erdan divê werin derxistin. Li ser herêmên ku mirov bikarin çandinî lê bikin bi pisporên mijarê re were tesbîtkirin. Pêdiviyên çandiniyê divê li gor herikîna demsalan werin plan kirin.
        2. Divê herkes bikare tovê xwe hilberîne û xebatên islahkirina tov werin kirin. Divê hilberîna tovê ya xwe û xebatên ıslahkirina tovê werin pêkanîn. Li gor şertên erdnigariya Kurdistanê tovên ku li hember kêmbûna avê û guherîna hewayê qahîm divê bi hevkariya cotkar û zanyarên zanistî werin islahkirin. Piştî ıslahkirina axê, divê ji hilberên hatine girtin dîsa tov were girtin û her çar salan carekê ew tov were nûkirin.
        3. Li erdnîgariya Kurdistanê divê li şûna tovên hibrîd (tovên çekirî û melez) û  organîzmen genên wan hatine guhertin (OGWHG)  tovên xwecihî werin bikaranîn. Divê siyasetek û tevgerê nû ya tovê were pêşxistin. Bi vî awayî, hem tovên xwecihî bên karanîn hem jî ev tov di pêşerojê de werin veguhestin.
        4. Li dijî organîzmen genên wan hatine guhertin (OGWHG) divê têkoşîn were kirin.
        5. Ji bo piştgiriya çandiniya ekolojîk li dijî çandiniya pişasaziyê, divê xebatên perwerdeyê bên destpêkirin. Li gundan ji bo komûn û kolektîfan perwerde were dayîn û rasterast were sepandin.
        6. Di têkoşîna li dijî çandiniya pişesaziyê de ji bo piştgiriya çandiniya ekolojîk, akademiyên li ser pratîkê werin damezrandin û “Naveroka Çandiniya Ekolojîk” were çêkirin.
        7. Divê rêbazên avdanê li gor şêweya ax û erdê werin hilbijartin û rêbaza avdana dilopan were teşwîqkirin. Ji bo teşwîqkirina çandiniya di nav bajaran de, ava ku tê bikaranîn divê belaş be.
        8. Ji bo hilberîn, pêvajokirin û belavkirina wekhev û ekolojîk, divê kooperatîfên çandiniyê û tovê werin damezrandin.
        9. Divê li gundan çandiniya ji bo jiyana rojane were teşwîqkirin. Bikaranîna erdên mezin û çandiniya mezin divê bi awayekî komûnî were kirin. Divê komeleyên cotkarên piçûk werin damezrandin.
        10. Divê erdên çandiniyê yên berhemdar ji avahîsaziyê werin parastin. Bikaranîna erdên xezîneyê ji aliyê kooperatîfan ve divê were rojevê. 
        11. 1. Divê vegera gundan bi awayekî bi bandor were pêkanîn. Bi vî vegerê re destpêkirina nû ya hilberîna çandiniyê divê bi rêya kooperatîfan were rêxistin kirin.
        12. Divê di firotina hilberînê de navbeynkar werin rakirin. Divê bazara hilberînên gundan li bajaran were damezrandin. Di her cihê niştecîbûnê de bazarên gundiyan yên hilberên xwezayî werin vekirin.
        13. Divê tevgera çandiniyê ya civakî were avakirin. Organîzekirina wê divê bi rêya meclîs, kooperatîf û komûnan were kirin.
        14. Divê li ser bikaranîna xelet ya avên binerd tedbîrên girîng werin girtin.
        15. Divê li şûna hilberîna çandiniyê ya girêdayî enerjiya zede û hilberîna zêde divê ya bi kar û keda zêde were teşwîqkirin.
        16. Divê li gor erdnîgarî û cureyên hilberê heyvandarî were kirin. Divê heyvandariya cinsên herêmî were teşwîqkirin û ji şûna pergalên pişesaziyê, di şert û mercên xwezayî yên xwe de heywandarî were pêşxistin.

        Polîtîkaya Enerjiyê ya Paqij

        Di çerxa hilberîn û xerckirinê de, hewcedariya enerjiyê û girêdayîbûna wê roj bi roj zêde dibe. Ev rewş li gel xwesteka qezencê ya kapitalîstan, xwezayê û ekosîsteman ber bi hilweşînek mezin ve dibe.

        Sermayeya navneteweyî ya ku ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve hatiye pêşxistin, ji bo zêdekirina qezencê, mezinbûna aborî û vekirina bazarên nû çavkaniyên enerjiyê wekî tiştek ferz dibîne. Ji ber ku li dijî vê pergalê bersiv nehat dayîn, pergala bazarê polîtîkayên çewisandinê, şer, talan û tunekirin kûrtir kir. Li paş peyva “hewcedariya enerjiyê” de, pergalek heye ku enerjiyê wek metayê dibîne û xerckirinê zêde ferz dike.

        Di navenda polîtîkayên enerjiyê yên ku têne pêşxistin de (ji bo elektrîk û germê), santralên mezin hene û ev santral ji aliyê sermayeyê ve tên fînans kirin û avakirin. Her weha xetên veguhestina enerjiyê û pergala belavkirinê ya ku di asta “neteweyî” û navneteweyî de ji aliyê dewlet û şîrketan ve tê rêvebirin. Di heman demê de bikaranîna sotemeniyên fosîl û cureyên enerjiyê yên bi cureyên kevneşopî û nûjen tên hilberîn ji aliyê şîrketên mezin ve tê plan kirin.

        Santralên termîk, HES, santralên nukleerî û ocaxên madenan û her weha bi rêbazên kevneşopî û nûjen (mînak gaza keviran) ku petrol û gaz ji bin erdê têne derxistin, şêweyên hilberîn û îstîsmara enerjiyê li hemû cîhanê tê ferzkirin. Ji ber vê ferzkirinê, ekosîstem û cûreyên biyolojîk têne tunekirin; û hevsengiya klimayê ya cîhanê di 25 salên dawî de bi lez guheriye û gihiştiye rewşek xeter. Ger guherîna avhewayê neyê rawestandin, têkçûna ekolojîk û civakî dê zêdetir bibe û ev rewş dê nakokiyên aborî û civakî kûrtir bike.

        Weke Tevgera Ekolojî ya Ewropa–Kurdistanê em pirsên “Enerjî ji bo kê ye? Ji bo çi ye? Kîjan cûreyên enerjiyê?” wek bingeh digirin. Em modela jiyana ku ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve tê ferzkirin û hemû polîtîkayên enerjiyê yên qirêj red dikin. Li şûna wê, em bi nêzîkatiyek demokratîk piştgiriyê didin parastina jiyana azad. Em dixwazin ku polîtîkayên enerjiyê werin vekolîn, li şûna xerckirinê teserûf bibe bingeh, hewcedariyên civakên herêmî werin parastin û nûkirina ekosîsteman bibe navenda bingehîn a vê hişmendiyê.

        Li ser vê bingehê, armanca me ew e ku rê û rêbazên hilberîna enerjiyê yên paqij û demokratîk ên ji bo bikaranîna herêmî bên lêkolîn kirin û şêweyên cuda ên hilberîna enerjiyê li ser esasa civakî bê avakirin. 

         

        Li ser van esasan;

        1. Li cîhanê xerckirina enerjiyê ya heyî ji pêdiviyên rastîn pir zêdetir e. Enerjiyên nûjen û rêbazên teserûfê jî bi tena serê xwe krizê çareser nakin. Pêdiviya bingehîn ew e ku li welatên pişesazî zêde, xerckirina enerjiyê û madenan kêm bibe. Destxistina enerjiyê divê wek mafek mirovî were qebûl kirin.
        2. Her mirov divê bi qasî pêdiviya xwe elektrîk û amûrên germê xerc bike. Weke avê, ev maf jî divê di nav civakê de bibe armancek bingehîn. 
        3. Di astek teknîkî û teorîk de divê armanc û polîtîkayên enerjiyê ji nû werin diyarkirin. Ev armanc divê li ser beşdarbûna demokratîk a gel, bi pêşengiya ciwan û jinan, ava bibe. Mijara enerjiyê divê bi nêzîkatiyek hevgirtî û giştî were nirxandin. Pewîstiyek mezin heye ku hişmendiyeke nû li nav civakê ava be. Ev hişmendî divê li ser esasên demokratîk, civakî û ekolojîst ava bibe. Divê li Kurdistanê daneyên xerckirina enerjiyê û hilberîna enerjiyê em bidin ber hev û qasê pêwîstiya gel enerjî bê hilberîn. Di hilberînê de jî wekheviya civakî û pêdiviyên ekolojîk werin hesibandin.
        4. Biryarên enerjiyê divê li ser bingeha xwerêveberiyê werin girtin. Her herêm divê hewl bide ku elektrîk û amûrên germê xwe bixwe peyda bike. Di vê pêvajoyê de divê çerxeyên herêmî yên enerjiyê bên avakirin û divê pêşiya taybetkirin û bazirganîkirinê bê girtin.
        5. Dewlet di warê kêmkirina emîsyonên gazên serayê de polîtîkayên xwe ne rast û ne jî ji dil e. Beşên civakê yên hesas û aktorên herêmî divê li dijî guherîna avhewayê bernameyên çalakiyan diyar bikin û ji bo vê hemû derfetên xwe bikarbînin.
        6. Ji ber projeyên gaza keviran yên ku li Kurdistanê têne pêşxistin, axa me, çavkaniyên avê yên bin erdê û ser erdê, çandiniya me û xwezaya me di bin xetereyeke mezin de ne. Têkoşîna li dijî gaza keviran xwedî girîngiyeke stratejîk e.
        7. Divê li dijî pergala neo-lîberal a ku hemû hilberîna enerjiyê wek rêya qezencê dibîne û li dijî projeyên enerjiya tavê ku li ser erdên çandiniyê û çêrgehan tên çêkirin têkoşîn were kirin.
        8. Divê li dijî wan bendavên ku li Kurdistanê dibin sedema têkçûna ekolojîk, civakî û di heman demê de wek amûrek ewlehiyê tê bikaranîn, têkoşîn were kirin.
        9. Li dijî hilberîna biyoyakîtê li ser erdên çandiniyê yên berhembar ên Kurdistanê û polîtîkayên ku çandiniyê girêdidin enerjiyê, divê têkoşîn were kirin.
        10. Paqijiya enerjiyê divê were pênasekirin; divê pêşiya polîtîkayên enerjiyê yên ku ji hêzên navneteweyî û şîrketan re bûye deriyê kar û qezencê bê girtin. Nîqaşa enerji divê tenê nîqaşeke teknolojiyê nebe; divê sînorkirinên bikaranîna teknolojiyê û rola wê ya civakî were zelal kirin.
        11. Her civakek herêmî divê polîtîkaya xwe ya enerjiyê ava bike. Rêveberiyên herêmî divê di vê pêvajoyê de werin xurt kirin û xebatên şêwirdarî bên pêşxistin.
        12. Li ser vê esasê li hember bazirganîkirinê divê xebatên kooperatîfên enerjiya paqij werin kirin; li Kurdistanê divê çavê xwe bidin çavkaniyên enerjiya hevalbendê avhewayê. Divê îradeya me ya bikaranîna çavkaniyên enerjiya me bi raya giştî re were ragihandin.
        13. Polîtîkaya enerjiyê divê ne bi dewletê ve girêdayî be û li dijî bazirganîkirinê bisekine û her cure planên navendî red bike û li ser bingeha xwerêveberiyê were avakirin. Teknîkên enerjiyê divê di nav civakê de belav bibin, werin nîqaş kirin û pêş bixin. Berhemdarî û teserûf divê wek bingeh bên hesibandin û nêzîkbûna armanca xizmetê diparêze were esas girtin.
        14. Divê di ronahîkirina kolan, caddeyan û hemû cihên giştî de enerjiyên paqij werin bikaranîn.
        15. Divê jiyan li dijî monopolên enerjiyê û sotemeniyên fosîl were parastin. Em eşkere dikin ku em ê li pêşber şer û hemû guherînên avhewayê bi têkoşîn bikin. Ji ber vê yekê, em ji bo parastina enerjiya hevalbenda avhewayê û karîgerîya wê dixwazin bixebitin, da ku rê li ber azadbûna enerjiya herêmê were vekirin.
        16. Divê komûnên enerjiyê yên dostên avhewayê bên avakirin. Enerjî divê bi awayekî ku kes, civak û gel xwe bixwe têra xwe bikin were organîze kirin. Di vê çarçoveyê de, atolyeyên teknîk û parvekirina zanînê divê pêk bê, enerjiyên hevalbendê avhewayê werin bikaranîn û rêbazên alternatîf bên pêşxistin.

        Polîtîkaya Eko-Teknolojiyê

        Armanca vê polîtîkayê ew e ku teknolojî bi bingehên ekolojîk re were hevaheng kirin; hilberîn û bikaranîna teknolojiyê were pirreng kirin û gor pêdiviyên civakê were kirin, da ku rêyek alternatîf ava bibe.

        Modernîteya kapîtalîst, amûr û teknolojiyên ku di nav hezaran salan de ji hêla civakê ve hatine afirandin, bi rêya dewletan û şîrketan dest daniye ser û ji civakê qut kirine; û bi vî awayî teknolojî kiriye weke metayekê.

        Divê were zanîn ku endustrîyalîzm û teknolojî ne yek in. Rastî ev e ku, teknolojî ne berhema yekseriya endustrîyalîzmê, berhem û encama keda mirovahiyê ya hevpar e.

        Civakê di dîrokê de amûr û alav çêkirine; wan ji bo ku bi serxwe bijîn ev amûr bikaranîne, ne ji bo ku serdestiya li ser xwezayê an kesan ava bikin. Lê pergala desthilatdar a hezarên salan û bazara neolîberal a îro, teknolojî kiriye amûra serdestiya li ser xwezayê û civakan.

        Modernîteya kapîtalîst bi israr hewl dide ku teknolojiyê ji civakê qut bike û civak nekare xwe bigihîne gerdûna teknolojiyê. Lêbelê hilberîna teknolojiyê ya herêmîkirî, ji bo civakên ekolojîk ên ku li ser bingehên exlaqî, çandî, estetîk û komunal, di nav xwezayê de dijîn, şertê bingehîn e.

        Ji ber mesrefa bilind û zirara giran a sotemeniyên fosîl li ser jîngehê, kes û civak ber bi enerjiyên paqij ve diçin. Divê ev rêgeha nû ji aliyê şîrketên global ve neyê manipûle kirin; belkî bi rêbazên bêhiyerarşî û bêdesthilatdarî were belav kirin.

        Armanca bingehîn ew e ku, li şûna jiyana metropolê ya ku tê teşwîq kirin û jiyana gundî tê tune kirin û ku gelek enerjî dixwaze civakên ekolojîk û komunal ên li ser bingeha ekoteknolojiyê werin avakirin.

        Di çandiniyê, bajarîbûnê, vegerandinê, enerjiyên paqij û çûn û hatinê de, armanc ev e ku rê û rêbazên destgihiştina amûrên teknolojîk ên bi pîvana mirovî, ku civak dikare bikar bîne, werin nîqaş kirin. Pêwîst e ku xebat dest pê bikin da ku teknolojî bi xwezayê re hevaheng bibe û ji bo civakeke ekolojî bi awayek berfireh ev teknolojî were bikaranîn.

        Li ser bingeha van prensîban: civak di tax, gund û bajaran de çawa dikare sistemên enerjiyê yên paqij hilberîne û bikar bîne? Em çawa dikarin sistemên ku kêmtirîn zirarê didin xwezayê biafirînin? Gazên herêmî yên ku bi rêya pêvajoyên xwezayî derdikevin çawa divê werin bikaranîn? Çandin bi kîjan amûr û rêbazan pêk tê? Em çawa dikarin ji enerjiyên bayê û rojê sûd werbigirin?

        Ev polîtîka avakirina pergalekê diyar dike ku pirrengî û modelên cuda pêş dixe, û ku herêm wekî pêşeng tevlî pêvajoya afirandinê dibin.

        Polîtîkaya Eko-Aboriyê

        Ekonomî ji peyva “oikonomos” ya çanda Grek û Helenî tê û wateya wê “qanûna malê” ye. Civakên mirovan bi salan li gorî pêdiviyên civakê, li ser bingeha hevkarî û alîkariyê hilberîn kirine; bi rêya lihevhatin û dadperweriya civakî pêdiviyên xwe peyda kirine. Ew civak xwe wekî maleke mezin dibînin, tevahî çalakiyên hilberîn û xwarinê bi tecrûbeyên hezar salan diyarkirine û navê vê jî aborî danîne.

        Di civakên komunal de, jinan ji bo zarokên nû hatî dinê, di peydakirina pêdiviyên wan û mezinbûna wan de rola sereke girtibûn. Bi hestiyariya wan re, di plan û meşandina çalakiyên aborî de jî roleke bingehîn hebû. Bi vê rêgezê, di demek dirêj de nerîna jinê di aboriyê de girîng bûye û civak xwe wekî beşek ji ekosîstemê dîtine. Ji ber vê yekê, wan ne di nav hevrikî de, lê di nav lihevhatinê de jiyan kirine û rêzgirtina jiyana giştî parastine.

        Di civakên komunal de pêşengiya jinê, hevkarî, çanda diyariyê, rêzgirtina ji karê civakî û girîngdana bo ku her kes beşdarî pêvajoyên biryardanê bibe, rêgezek demokratîk ava kir. Wan xwe ji xwezayê cuda nedîtin. Bi çavdêrîkirina xwe û xwezaya ku xwe tê de dibînin, zanîn bi dest xistine û ji bo ku pêdiviyên civakê hêsantir werin peydakirin, giya û heywan domestîk kirin. Vê pêşketinê ku demê ku ji bo çalakiyên aborî tê xerc kirin kêm kir û jiyana rojane hêsantir kir, di demek kurt de bû sedema derketina civakên dewletî. Lê ev karîgeriya teknîk ya bi pêşengiya jinê hatiye bidestxistin, di destê rêgezek mêrane ya serdest de hate bikaranîn da ku desthilat xurt bibe û şopandin kûrtir bibe.

        Di civakên komunal ên bi pêşengiya jinê de hevkarî, çanda diyariyê, rêzgirtina ji karê civakî û beşdariya hemû kesan di biryardanê de bingeh bû. Wan xwe ji xwezayê cuda nedîtin. Bi çavdêrî û zanîna xwe ya ji xwezayê, giya û heywan xistin nav jiyana xwe û zanîn ji bo hêsankirina jiyanê bikar anîn. Ev pêşketin, ku demên ji bo karên aborî kêm kir û jiyana rojane hêsantir kir, di demek kurt de bû sedema derketina civakên dewletî. Lê ev hêza teknîk ya bi pêşengiya jinê, di destê nerîna mêrane ya serdest de hate bikaranîn û bû amûrek ji bo xurtkirina desthilatdariyê.

        Derxistina jinan ji pêvajoyên aborî, rê li ber derketina nerîna mêrane vekir ku amûrên hilberîn û xwezayê ji bo domandina desthilatê bikar tîne. Li gel vê nerînê, aborî ji pêdiviyên civakê dûr ket û ji bo berjewendiya kesên xwedî desthilat hate rêxistin kirin. Hilberîn û parvekirin ne li gorî pêdiviyên civakê, lê li gorî hêz û kontrola wan kesan hate meşandin.

        Şaristaniya dewletbûyî û forma wê ya dawî ya modernîteya kapîtalîst, li ser civak û aboriyê serdestî ava kir û bû sedema talankirina civak û xwezayê. Şîrketên sermaye û desthilatê, bi endustrîyalîzmê, aborî ji bingeha xwe vala dikin û tiştên aborî û jiyanê hemû vediguherînin tiştên metayê; ew hemûyê dikin mijara qezencê, sermaye, îstismar û kedxwariyê. Di du sed salên borî de, bi taybetî jî di 60–70 salên dawî de, wêranbûna ekolojîk û nehevsengiya mezin çêbûye; ax, hewa û av bi awayekî ku nayê vegerandin qirêjî bûne; koçberî û sirgûnên girs çêbûne; birçîbûn, feqîrî û bêkarî bi rêjeyekî bilind belav bûne; xirabûna çandî û exlaqî zêde bûye; tawan her roj zêdetir bûye; depresyon, xwekujî û rewşên wekî wan zêde bûne. Ev xerabî hemî ji vê nêzîkatiyê û şêwazê tên.

        Pergala kapîtalîst a ku mirovan, jîndarên din û xwezayê ji hev cuda û wek metayê dibîne ji bo berjewendiyên kesane, niha ji bo ekosîstem û jiyana mirovan gihîştiye asteke ku domandina wê ne mimkîn e. Bi nêzîkbûna dawîbûna çavkaniyên xwezayî û guherîna avhewayê, çareseriyên ku bi parastina bingeha domandina aboriya kapîtalîst tên pêşkêş kirin, di rastiyê de xapandin û rêyên vala ne.

        Modela aboriya kapîtalîst ya ku li ser berjewendiyên kesane hatiye avakirin, di jiyana civakî de nirxên bingehîn ên mirovahiyê wekî hevkarî, wekhevî û dadperwerî têk dike. Di heman demê de li ser ekosîstemê bandorên giran ên ku zor e an jî ne mimkîn e werin telafî kirin çêdike. Heta ku ev rêgezek aborî ya ku li gorî berjewendiyên xwediyên sermayeyê hatiye ava kirin neyê guherandin, ne mimkîn e ku hilweşîna li ser civak û ekosîstemê were rawestandin.

        Aboriya ku li şûna berjewendiyên kesane pêdiviyên bingehîn ên civakê esas digire, tenê di çarçoveya aboriyeke komunal de dikare pêk were. Di vê modelê de civak bi rêya beşdariya demokratîk biryar dide ka pêdiviyên wê çi ne, hilberîn çawa û bi kîjan rêbazê, li gorî lihevhatina bi ekosîstemê, were pêkanîn, û parvekirina çavkaniyan jî li ser bingeha rêgezên dadperweriya hevbeş tê rêxistin. Aboriya komunal ne tenê rêbazeke hilberînê ye, belkî şêweyek jiyana civakî ye ku li ser bingeha hevkarî û berpirsyariya hevbeş ava dibe, ne li ser berjewendiyên kesane. Ev model derfetê dide ku nirxên civakî yên hatine windakirin dîsa werin zindîkirin û têkiliya di navbera civak û ekosîstemê de, li ser bingeha lihevhatinê, dîsa were sazkirin.

        Pergala netewdewletiyê, di çarçoveya şerê li Kurdistanê de, bi avakirina bendavan, hilweşandina çavkaniyên aborî yên herêmî û şewitandina gundan û daristanan, gel ji hilberîna gundî dûr xistiye. Kurdan bi zor ber bi bajaran koç kirine û civakeke nû ya ku li ser xwarinê ye afirandiye. Pergalê ev pêvajo bikar aniye da ku bi rêya şîrketên kapîtalîst modela endustrîyalî ya monopolîst pêş bixe. Di encamê de, karsaziyên biçûk nikarîn li dijî hevrikiyê rawestin, iflas kirin û wekî karkerên erzan ketin nav çerxê. 

        Li dijî van hemû êrîşên aborî yên mîna qirkirina aborî, tenê bi şêweyeke komunal ku aboriya herêmî û hevkariya di navbera civakan de xurt dike, em dikarin têkoşîn bikin.

         

        Bi vê perspektîfê;

         

        1. Bihaya kedê divê li gorî pêdiviyên civakê were diyarkirin û bi bandora wê ya li ser ekosîstemê bê pîvandin. Kar divê ji tiştek ku tê kirîn û tê firotin û tê îstismar kirin were derxistin.
        2. Nêzîkbûna ku dewlet an jî kes tiştên xwezayî û amûrên hilberînê wek milkê xwe dibîne, sedema bingehîn a hilweşandina ekolojîk û civakî ye. Ev nêzîkbûn divê were terikandin.
        1. Li şûna pergala bazarê ya ku di bin kontrola monopolên desthilatê de ye, divê pergaleke parvekirinê were ava kirin ku civak hem hilberên zêde hem jî nirxên çandî bi hev re parve bikin; li ser bingeha hevahengî û lihevhatinê be.
        2. Pere divê nebe amûrek îstismaê, bibe amûrek ku jiyana civakî hêsan bike.
        3. Teknolojî divê ji destê monopolên desthilatê were derxistin û li gorî pêdiviyên ekosîstem û civakê were pêşxistin û bikaranîn.
        4. Pîşesazî divê ji pergala desthilatê ya ku kar û xwezayê weke metayê dibîn, xerckirinê û xerckirina zêde ferz dike û jiyana civakî bêkêr dike, were derxistin û ji hêla civakên ekolojîk û komunal ve li gorî pêdiviyên civakê ji nû ve were avakirin.
        5. Bazirganî divê li ser bingeha hevkarî û parvekirinê were kirin û mesafeya di navbera hilberîn û bikaranînê de bi qasî pêkanîna herî zêde kurt were kirin. Berjewendiya civakî, hevahengiya ekolojîk û karîgerî bibin bingeh.
        6. Darayî, fînans, budce û sermaye divê ji kontrola berjewendiyên kesane û navendên desthilatê were derxistin û li bin xwerêveberiya civakan pêk were; ji bo avakirina aboriyeke ku ne ji bo qezencê, lê ji bo berjewendiya civakî û lihevhatina ekolojîk li hemî jiyana aborî bê xebitandin.