Prensîbên Me

Tevgera Ekolojî ya Ewropayê–Kurdistanê

Prensîbên Me

  1. Dinya yekîtiyek e; ne tê parçekirin û ne jî tê sînor kirin. Wekî yekîtiyekê, Tevgera Ekolojiyê ya Kurdistanê–Ewropa li dijî têkçûna ekolojîk ji bo hemû zindiyên rûyê erdê têkoşîneke hevpar û pirreng qebûl dike.
  2. Li dijî pergala serdestiya mêr û hişmendiya desthilatdariyê ya ku bi mîtolojî, ol, felsefe û zanistparêziyê hatî xurtkirin li ser paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê li dijî dijberîyên wek jin-mêr, xweza-civak, gund-bajar, pêşeng-objê, raman-hest û giyan-laş di têkoşe û têkoşîn û xebatên xwe jî bi vê perspektîfê dimeşîne.
  3. Li dijî pergala dewletî û desthilatdar a ku bi sazûmaniyên navendî, neteweyî, zayendî û ferdparêzî tê teşwîq kirin, têkoşînê wekî têkoşîna civaka ekolojîk dibîne. Azadiya nasname, çand û baweriyên cuda û rêxistinên wan ên serbixwe wekî bingehê neteweya demokratîk, konfederalî û otonomiya demokratîk dihesibîne.
  4. Li dijî bajarên kapîtalîst ên ku wekî nexweşiya pencşêrrê ya endustrîyalîzmê hatine dorpêçkirin, yekîneyên jiyana niştecihî wekî yekîneyên ekolojîk diyar dike. Pêşxistina ekobajaran wekî qadên jiyana azad û xwerêveberiyên demokrasîya rasterast diparêze û rêxistinên herêmî, ji cihê xwe û otonom diparêze û ji bo vê yekê têkoşîn dike.
  5. Pirsgirêka ekolojiyê pirsgirêkek paradîgmayî ye; çareseriyên herêmî û cîhanî ji bo hebûna me ya ekolojîk û pêşeroja me wekî tiştek jiyanî dibîne. Ji bo vê yekê, rêxistinên ekolojîk ên dewlemend, torên ekolojîk û asta ekolojîk ya hişmendiya civakî û çalakiyan pêş dixe.
  6. Di rêxistina qadên jiyana civakê de demokrasîya temsîlî lewaz e. Ji bo ku herêm xwe bi xwe rêve bibe, damezrandina meclîs û komûnan diparêze û di van meclîsan de sepandina prensîbên demokrasîya rasterast diparêze.
  7. Hişmendiya ekolojîk wekî hişmendiya bingehîn a civaka exlaqî û siyasî dibîne. Bi vê hişmendiyê di navbera xweza û mirovan de têkiliyek hevaheng pêş dixe. Di bingehê keraseta ekolojîk de ramana serdestiya mirov li ser mirovan dibîne û li dijî vê yekê civakek wekhev û azad dixwaze ava bike.
  8. Wekî ku mafên mirov hene, mafên hemû zindiyan jî hene. Tevgera Ekolojiyê li dijî modernîteya kapîtalîst a ku ax, av û hewayê li gorî daxwazên xwe bikardîne û wek metayê dibîne, ji bo zêdekirina qazancê wan têk dibe û li dijî her plan û sepandinên civakî, siyasî û aborî yên ku mirov ji hilberînê qut dikin derdikeve.
  9. Damezrandina qadên jiyana ekolojîk teşwîq dike; ev qadên ku demokrasîya rasterast tê de tê sepandin, bi xwezayê re di hevahengiyê de dijîn û enerjiyê xwe ji çavkaniyên paqij hilberînin. Piştgirî dide hemû xebatên ji bo veguherandina qadên jiyanê bo forma ekolojîk.
  10. Li dijî nêrîna ku hemû hebûnên zindî û nezindî yên rûyê erdê wekî “çavkanî” dibîne û qazancê dike armanca jiyanê derdikeve. Li şûna hişmendiya medeniyeta îro ya ku xwezayê dike meta, ji bo şertên jiyana ekolojîk ên ku mirov û xweza bi hev re di hevahengiyê de bijîn ava bike dixebite. Ji bo vê armancê, hemû pêşniyar û çalakiyên ku tên kirin piştgirî dike.
  11. Wêranbûna şer li ser jîngehê eşkere dike. Tevgera Ekolojiyê ji bo cîhaneke bê şer têkoşîn dike; dîplomasiyê ya ku li ser çareseriya aştiyane esas digire pêş dixe.
  12. Li dijî zordestiya dîrokî ya navbera zayendan e. Li dijî nûkirina rola civakî yên hiyerarşîk û cudakirinê di navbera zayendan de têkoşîn dike.
  13. Li şûna nêzikahiya “alîkarî” ya ku birçîbûn û belengazî kûrtir dike, ji bo pêşxistina modelên aborî yên li ser hilberînê, komunal û hevpariyê dixebite.
  14. Li dijî nêrîna çandiniya yekçandî a mezin, ya ku di demê de hilberînê kêm dike û çandiniyê bi şîrketên global ve girêdide, û her weha li dijî çandiniya tovên genetîka wan hatî guhertin e. Pirrengiya çandiniyê û domandina wê wekî şertê jiyanê qebûl dike û ji bo parastin û domandina vê pirrengiyê modelên çandiniya xwezayî diparêze.
  15. Ji bo zêdekirin û belavkirina tovên herêmî xebatan dimeşîne.
  16. Modelên piçûk û navîn ên çandinî û heywanî, yên ku bi xwezayê re hevseng, diparêze û piştgirî dike.
  17. Li dijî mezinbûna bêkontrol a bajaran û modelên veguherîna bajarî yên ku herêmê esas nagirin derdikeve. Li şûna planên ku bi hişmendiya kapîtalîst hatine çêkirin, ji bo veguherîna ekolojîk û di cihê xwe de dixebite û ji bo avakirina bajarên têra xwe dikin têkoşîn dike.
  18. Li dijî modelên bajarîbûnê yên ku jiyana gundî tehdîd dikin derdikeve; modelên ku hevsengiya li navbera gund û bajaran diparêzie pêş dixe û li gund û bajaran rêxistina komunal wek bingeh û esas digire.
  19. Li dijî saziyên monopol ên ku jiyana civakî û aborî xera dikin derdikeve. Bikaranîna endustrîyal a ku li ser qazanc û rekabetê hatiye avakirin napejirîne. Eko-teknolojiyê ji bo pêkanîna hewcedariyên civakê pêş dixe. Her cureyên hilberîna ku li ser hevsengiya ekolojîk nehatî avakirin napejirîne.
  20. Li dijî hemû saziyên ku enerjiyê monopol dikin derdikeve. Pêşxistina teknolojiyên alternatîf ên nûjen ên ku her kes dikare bigihîje wan û bikar bîne diparêze. Di polîtîkayên enerjiyê de tesarrufê wek bingeh qebûl dike.
  21. Av ji bo hemû zindiyan mafek bingehîn e û bazirganîkirina wê napejirîne. Her weha, bikaranîna wê wekî “çekek stratejîk” li dijî civakan jî napejirîne.
  22. Bi awayekî rexneyî nêzîkî şêwaza ramana pozitivîst dibe. Rêbazên çareseriyê yên çandên kevn girîng dibîne. Parêzvaniya pirnavendîbûna zanînê dike.
  23. Li dijî hemû projeyên ku li ser bingeha hewcedariyê nehatine pêşxistin ên ku wek HES’an, bendavan, santralên termîk û nukleer, gazê kevirî, madenan û ocaxên xîz û kevir jî derdikeve.
  24. Ji bo astengkirina destdirêjiyên li ser qadên demografîk a cihên niştecîh têkoşîn dike. Li dijî hemû plan û sepandinên ku ji aliyê rêveberiyên navendî û herêmî têne kirin û zirarê bidin jîngehê, dîroka herêmê û bîra civakî derdikeve.
  25. Ji bo bilindkirina hişmendiya ekolojîk xebat dimeşîne. Bi akademiyên ekolojiyê, kovar, bernameyên TV û radyoyê, forum, konferans, panel û civînan vê hişmendiyê di nav civakê de belav dike.